Qedexeya li ser Kerborana Mêrdînê hat rakirin

Qedexeya ku ev 19 roj in, li Kerborana Navçeya Mêrdînê hatibû ragihandin îro di demjimêr 18:00 de hat rakirin.

K24 – Mêrdîn

Qedexeya ku ev 19 roj in, li Kerborana Navçeya Mêrdînê hatibû ragihandin îro di demjimêr 18:00 de hat rakirin. 

Qaymeqamiya Kerboranê ragihandiye ku ew qedexeya ji bo ewlehî û parastina can û malê welatiyên Kerboranê di 11ê Kanûnê de li taxên Tepebaşi, Bahçebaşi, Saray û safayê hatibû ragihandin îro hatiye rakirin.

Li Kerboranê, di nav 19 rojê qedexe domiya de, gelek sivîl û çalakvan û hêzên endamên hêzên ewlehiya Tirk canê xwe jidest dabûn. 

Herî dawî jî 3 roj berê 4 welatî di otombîlekê de hatibûn gulebaran kirin û kuştin.

Bi rakirina vê qedexeyê 3 navçe man ku qedexe lê didom e. Li Sûr a Navçeya Diyarbekirê 28 roj in, li Cizîr û Silopiya Navçeyên Şirnexê jî 16 roje ku qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.