HDP: Di Kanûnê de 56 kes li Bakur hatine kuştin
Bi giştî 61 zarok û 36 jinan canê xwe ji dest dan.
K24- Navenda Nûçeyan
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bîlançoya meha Kanûnê ya aloziyên Bakurê Kurdistanê belav kir û ragihand ku “56 kesan canê xwe ji dest dane.”
Li Bakurê Kurdistanê ji 16ê Tebaxê ve û heta niha qedexeya hatin û çûnê ji aliyê dewleta Tirk ve tê ragihandin.
Berdevkê HDPê û parlementerê Qesrê, Ayhan Bîlgen di daxuyaniyekê de ragihand ku “dorpêçiya bi navê "qedexeya derketina derve" cara destpêkê di 16'ê Tebaxê de li Gimgimê ket meriyetê û niha li navçeyên Cizîr, Silopiya û Sûrê dewam dike.Heta roja îro li 20 navçeyên 7 bajaran, li dehan taxan 56 caran derketina derve hatiye qedexekirin û vê yekê heta niha 253 rojan dewam kiriye.”
Li gor daxuyaniya Bîlgen “Di dorpêçiya dawî ya li pênc navçeyan de 56 kesan canê xwe ji dest dan."
Derbarê hûrgiliyên wê bîlançoyê de, wiha di daxuyaniya HDPê de hatiye:
-Li Cizîra ku 5 caran derketina derve hat qedexekirin, herî dawî qedexe di 14'ê Kanûnê de hat ragihandin. Di dorpêçiya ku 17 roj in dewam dike de, ji Tîrmeha 2015'an û vir ve 56 kesan canê xwe ji dest dan.
-Li Silopiya 3 caran derketina derve hat qedexekirin, qedexeya dawî di 14'ê Kanûnê de hat ragihandin. Di dorpêçiya 17 roj in dewam dike de 15 kesan canê xwe ji dest dan. Ji Tîrmeh û vir ve jî 29 kesan jiyana xwe ji dest dan.
-Li Sûrê ku 6 caran qedexe lê hat ragihandin, qedexeya dawî di 2'ê Kanûnê de hat ragihandin. Di dorpêçiya 28 roj in dewam dike de 12 kesan canê xwe ji dest dan. Ji Tîrmeha 2015'an û vir ve bi giştî 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.
-Li Nisêbîna ku 7 caran qedexe lê hat ragihandin herî dawî di 24'ê Kanûnê de qedexe hat rakirin. Di dorpêçiya 11 rojan de 3 kesan canê xwe ji dest dan. Ji Tîrmeha 2015'an û vir ve bi giştî 23 kesan jiyana xwe ji dest dan.
-Li Kerborana 2 caran qedexeya derketina derve hat ragihandin, herî dawî qedexe di 29'ê Kanûnê de hat ragihandin. Di dorpêçiya 19 rojan de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji Tîrmeha 2015'an û vir ve bi giştî 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ji bilî van 5 navçeyan, li 15 navçeyên din, di dorpêçiyên heta niha de 131 welatiyan canê xwe ji dest dan, bi sedan birîndar bûn û seqet man. Bi giştî 61 zarok û 36 jinan canê xwe ji dest dan.