Qamişlo: Herî kêm 30 kes bûn qurbaniyên teqînan

Rêxistina DAIŞê jî bi rêya malperekê berpirsiyariya xwe li ser teqînan ragihand.

K24- Qamişlo

Peyamnêrê K24 li Qamişolyê diyar kir ku, ji encama teqînan herî kêm 9 kesan canê xwe ji dest dane.

Demijmêr 12 bi dema Qamişlo, çend teqînên xwekujî bajar hejandin. 2 xwekujan xwe li nava resturana Gabriyêl û ya Miyamî (navenda bajêr) teqandin, teqîna sêyem jî li nêzîk parka giştî bû, hin çavkanî jî behsa teqîneke din dikin.

Li gor agahiyên peyamnêrê me li cihê teqînan, herî kêm 9 kesn canê xwe ji dest dane û 23 yên din jî birîndar in.

Hemû birîndar bo nexweşxaneyên bajêr hatine veguhestin.

Rêxistina DAIŞê jî bi rêya malperekê berpirsiyariya xwe li ser teqînan ragihand.

Hêzên asayişa bajêr jî, derdora cihên teqînan dorpêç kririne.