Encûnema Sûriyeya Demokratîk li Ewropayê dicive
Aliyên siyasî, yên ku bo kongreya Riyadê nehatibûn vexwendin, kongreyek li bajarokê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê sazkiribûn û di encam de Encûmena Sûriyeya Demokratîk hat pêkanîn.
K24 - Qamişlo
Serokê Desteya Peywendiyên Derve ya Kantona Cizîrê ragihand ku, meha bê dê komcivîna Ewropayê ya Encûmena Sûriyeya Demokratîk li Cenevreyê were sazkirin.
Derbarê vê mijarê de, Serokê Desteya Peywendiyên Derve ya Kantona Cizîrê, Ebdulkerîm Umer ji K24ê re got: "Biryar e (9-10ê) meha bê, komcivîna Ewropayê, ya Encûmena Sûriyeya Demokratîk li Cenevreyê bi rêve biçe, tê de ew aliyên siyasî, yên ku nekarîbûn di kongreya Dêrikê de amade bibin, dê beşdarî komcivînê bibin."
Umer da zanîn ku Encûmena Sûriyeya Demokratîk dê di wê komcivînê de sazî û desteyên xwe bi giştî damezrîne.
Aliyên siyasî, yên ku bo kongreya Riyadê nehatibûn vexwendin, kongreyek li bajarokê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê sazkiribûn û di encam de Encûmena Sûriyeya Demokratîk hat pêkanîn.