Mesûd Barzanî sala nû li gelê Kurdistanê pîroz kir
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, tekez kir ku ji bo berjewendiya gelê Kurdistanê dê hemû hewldanekê bike daku pirsgirêk nemînin û kêmasî û pirsgirêk dubare nebin.
K24 – Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, tekez kir ku ji bo berjewendiya gelê Kurdistanê dê hemû hewldanekê bike daku pirsgirêk nemînin û kêmasî û pirsgirêk dubare nebin.
Barzanî bi helkefta sala nû peyamek weşand û got: "Careke din daxwazê ji hemû partiyên Herêma Kurdistanê dikim ku ligel hev bicivin û dawî li vê mijarê bînin. Yan biryarê li ser encamdana hilbijartina serok bidin, an li ser destnîşankirina rêzdarekî lihev bikin daku heta hilbijartina sala 2017an erkê serokatîkirina herêmê bigre stoyê xwe û ez ê jî bi hemû şiyana xwe alîkariyê dikim."
Teksta peyama Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Xuşk û birayên xweştivî
Bi helkefta sala nû ya zayînî pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û hemû cîhanê dikim. Hêvîdar im sala 2016 bibê sala nemana şer û teror û pêkanîna aştî û xweşiyê li Kurdistan û hemû cîhekî cîhanê.
Di sala 2015an da Pêşmergeyan ji bo parastina gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên neteweyî û olî ve qurbanî û xwînekî zêde dan û bi navê parastina bihayên mirovayetî û jiyana medenî ya li cîhanê li beramber mezintirîn gefa serdem de cangoriyeke kêmwêne nîşan da. Herwiha sala şikestdan û rawestandina DAIŞê û sala serkeftinên mezin jî bû, di heman demê de saleke pir bi qurbanîdan û dijwar bû ji bo gelê Kurdistanê. Bi sedema berdewambûna birîna budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve û daketina nirxê neft û zêdehiya xerciyên şerê rûbirûbûna terorê û mêvandariya milyonek û heştsed hezar koçber û penaberan, van hemûyan jiyana xelkê Kurdistanê gelek dijwar kiriye.
Lê belê Kurdistan xwediyê gelekî bihêz û zîndî ye û dikarê bi baştirîn awayî sûdê ji samanên xwe werbigrê. Ji bo wê yekê piştrast im paşarojeke gelek geş li benda wî ye. Ligel vêna jî derbaskirina vê rewşa niha, tehemuleke zêdetir dixwazê û di vir da bi pêwîstî dizanim spasiyeke bêpayan li gelê Kurdistanê bikim ji bo xweragirî û helwêsta wan a berpirsiyarane. Herwiha Kurdistan pêwîstî bi alîkariya welatên dost û hevpeymana ne bo ku gelê Kurdistanê û hemû cîhan di şerê terorê de serbikevin, ji bo wê yekê daxwaz ji wan hemû dewletan dikim alîkariya Pêşmerge û gelê Kurdistanê bikin.
Hevnîştîmaniyên delal
Bi navê çareserkirina wan pirsgirêkên di proseya siyasî ya herêmê de hatine pêş, di destpêka sala nû de ligel partiyên beşdar di hikûmet û parlamentoyê de û bi navê berjewendiya gelê Kurdistanê hemû hewldanekê didim daku ew pirsgirêk nemînin û kêmasî û kêşe dûbare nebin û parlamento û hikûmet li ser bingeheke nû dest bikar bibe. Derbarê mijara Serokayetiya Herêmê de jî careke din daxwaz ji hemû partiyên mohlet wergirtî yên Herêma Kurdistanê dikim ku ligel hevdû bicivin û dawiyê li vê babetê bînin, yan biryar li ser encamdana hilbijartina Serok bidin, yan li ser destnîşankirina rêzdarekî lihev bikin ku heta hilbijartinên sala 2017an erkê serokayetîkirina herêmê bigrê stoyê xwe û ez jî bi hemû şiyanekê alîkariyê dikim, yan jî biryar li ser wê yekê bidin heta ku hilbijartinên 2017an rewş bi vî awayê niha bimîne, ev jî ji ber şer û wê rewşa taybet e ku Kurdistan têde derbas dibe. Daxwaz dikim dawiyê bi îstîxlalkirina mijara Serokayetiyê bînin û êdî ji bo westandina xelk û kûrtirkirina kêşeyan bi kar neyînin. Tişta ji aliyê min ve girîng û pîroz e Pêşmergayetî ye û eger li her post û pile û payeyek da bim hemû hewlek ji bo parastina Kurdistanê didim û di şerê DAIŞê û karkirina ji bo serxwebûna welatê xwe berdewam dibim.
Di rewşa niha de ev ji me hemûyan tê xwestin li şûna rikeberî û dijayetiya siyasî, hewla başkirina jiyana xelkê Kurdistanê bidin û sûd ji derfetên niha werbigrîn, bi taybetî ku navçe di guhertinên berdewam deye û gelê Kurdistanê niha ji hemû demekê zêdetir daxwaza yekrêziya me dike.
Her bi vê helkeftê daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim plana serkeftiyane deyne ji bo derbaskirina hemû dijwariyan û çaksaziyekî bingehîn bike. Piştrast im gelê Kurdistanê dikarê li ser dijwariyên niha zal bibe û ber bi jiyaneke xweştir pêngavan bavêje. Welatiyên xweştivî ji wê yekê piştrast dikim ku avadanî û geşbûna Kurdistanê dest pê dike û kar ji bo bingeke aboriya bihêz tê kirin.
Di vir de serê rêzgirtinê li ber bîranîn û ruhê paqij ê şehîdên Pêşmerge ditewînin û tehemûla birîndaran dikim û hêviya başbûnê ji bo wan dixwazim. Spasiya gedeyên-xortên xwebexş dikim ku di şeran de qehremanane mil bi milên hêzên Pêşmerge li sengerên berevanîkirina Kurdistanê de ne. Spasiya gelê Kurdistanê dikim ku di vî şerê dijwar de piştevaniya hêzên Pêşmerge bûn û herwiha bi pêwîstî jî dizanim spasiya welatên dost û hevpeyman bikim ku di şerê dijî terorîstan de alîkarê Pêşmerge bûn.
Hêvîdar im sala 2016an sala dawî hatina pirsgirêk û qeyranan û sala serkeftina gelê me be. Hêvî dikim di sala pêş de aştî û aramî xwe li ser navçeya me de bikêşe û dawî li hizra şerfiroşiya teror û tundrewiyê û înkarkirinê bê û bextewerî ji bo hemû mirovayetiyê pêk were.
Serokê Herêma Kurdistanê
Mesûd Barzanî
31.12.2015