Hevdîtinên destûra nû ya Tirkiyê destpê kirin
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kılıçdaroğlu di hevdîtina xwe de, li ser fikrekê gehiştin hev ku divê destûra 12ê Îlonê were guhertin.
K24 - Enqere
Hevdîtinên çêkirina destûra nû destpê kirin. Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kılıçdaroğlu di hevdîtina xwe de, li ser fikrekê gehiştin hev ku divê destûra 12ê Îlonê were guhertin.
Hevdîtin li parlamentoya Tirkiyê, doh li odeya Serokê Giştî yê CHPê hat kirin. Alîkarên Serokatiya Giştî yên CHPê Haluk Koç, Selin Sayek Böke û Bülent Tezcan û Cîgirê Serokê Koma CHPê Engin Altay jî di civînê de beşdar bûn.
Di şandeya Serokwezîr Davutoglu de alîkarê Serokwezîr Lütfi Elvan, Alîkarên Serokê Giştî yên AK Partiyê Mehmet Ali Şahin û Omer Çelik û Cîgirê Serokê Koma AK Partiyê Naci Bostancı hebûn. Hevdîtina her du serokan nêzîka 2 saet û 15 deqîqeyan berdewam kir û her du serokan li ser berdewamiya hevdîtinan lihev kirin.