Bêgerd Talabanî: Peyama Barzanî destpêkek baş e
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, tekez kir ku ji bo berjewendiya gelê Kurdistanê dê hemû hewldanekê bike daku pirsgirêk nemînin û kêmasî û pirsgirêk dubare nebin.

K24- Hewlêr
Serkirdeyeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) derbarê peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya derbarê serê salê de, got: “Em pêşwaziyê li her destpêşxeriyekê dikin” û wê peyamê jî wek destpêkeke baş dibînin.
Seroka Fraksyona YNKê li Parlementoya Kurdistanê, Bêgerd Talabanî taybet ji K24 re got: “Hêvîdar im ku di destpêka sala nû de, hemû alî li ser maseya danûstandinan rûnin û bi hevre dest deynin ser kêmasiyan û hewla çareserkirina wan bidin.”
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bi helkefta sala nû peyamek weşand û got: "Careke din daxwazê ji hemû partiyên Herêma Kurdistanê dikim ku ligel hev bicivin û dawî li vê mijarê bînin. Yan biryarê li ser encamdana hilbijartina serok bidin, an li ser destnîşankirina rêzdarekî lihev bikin daku heta hilbijartina sala 2017an erkê serokatîkirina herêmê bigre stoyê xwe û ez ê jî bi hemû şiyana xwe alîkariyê dikim.”
Bêgerd Talabanî pêşwazî li wê peyamê kir û bi destpêkek baş bo sala nû da zanîn, herwiha encamdana hilbijartinan jî di rewşa niha de wek zehet binav kir.