Tevgera Islamî: Peyama Barzanî bingeha projeyek siyasî ye
Serokê Herêma Kurdistanê di peyamek bi helkefta hatina sala bû weşand.
K24- Hewlêr
Tevgera Îslamî ya Kurdistanê pêşwazî li peyama Serokê Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku “Peyam projeyek siyasî ye û em pêşwazî lê dikin.”
Berdevkê Tevgera Islamî ya Kurdistanê, Ebdulla Wertê yabet ji K24 re ragihand ku, peyama Barzanî pêngaveke baş e û pêwîst e li ser bingeha wê aliyên siyasî di nêzîktirîn dem de lihev bicivin û çareseriyekê ji krîza siyasî ya li Herêma Kurdistanê bibînin.
Wertê diyar kir ku, ew peyam di bingeha xwe de projeyek siyasî ye û deriyê destpêkirina danûstandinan di navbera hemû aliyan de vedike.
Berdevkê Tevgera Islamî tekez kir jî ku, çavê her kewsî li Herêma Kurdistanê li civînên aliyên siyasî û dîtina çareseriyekê ji krîzên ku heyîn e.
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bi helkefta sala nû peyamek weşand û got: "Careke din daxwazê ji hemû partiyên Herêma Kurdistanê dikim ku ligel hev bicivin û dawî li vê mijarê bînin. Yan biryarê li ser encamdana hilbijartina serok bidin, an li ser destnîşankirina rêzdarekî lihev bikin daku heta hilbijartina sala 2017an erkê serokatîkirina herêmê bigre stoyê xwe û ez ê jî bi hemû şiyana xwe alîkariyê dikim.”