Di meşa Diyarbekirê de gelek kes hatin binçavkirin

Li Diyarbekirê êrîş li meşa HDP'iyan hate kirin, di pevçûnan de 3 polîs birîndar bûn.

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê êrîş li meşa HDP'iyan hate kirin, di pevçûnan de 3 polîs birîndar bûn.

Parlamenter û endamên HDPê tevî Hevserok Fîgen Yuksekdag û 70 kesên ku ji bajarê Muglayê bi dûrişma "Ne mirin, jiyan" hatibûn Diyarbekirê, îro xwestin ber bi navçeya Sûrê bimeşin.

Lê polîsan bi sedema ku  destûra meşê nehatiye girtin komek dimeşiya rawestandin û Yuksekdag li wê derê dest bi xwendina daxuyaniyê kir.

Dema xwendina daxuyaniyê de, çend kesên ku rûyê wan pêçayî bûn bombe avêtin polîsan û 3 polîs birîndar bûn.

Polîsan jî bi gaz û ava şid êrîş li komê kirin û gule berdan hewayê. Di encamê de gelek kes hatin binçavkirin.