Komela Islamî: Hêvîdar in Barzanî hemû aliyan bîne ba hev

Parlementereke Komela Islamî ya Kurdistanê dibêje ku, destpêşxeriya Barzanî destpêkek girîng e bo çareserkirina krîzên li Başûrê Kurdistanê.

K24- Hewlêr

Serkirdeyeke Komela Islamî ya Kurdistanê pêşwazî li destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê kir û ew bi “destpêkek girîng” binav kir.

Parlementera Komela Islamî ya Kurdistanê, Şûkriya Smayîl Mistefa ji K24 re got ku, destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzamî “pêngavek gelekî girîng e” û ew pêşwaziyê lê dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bi helkefta sala nû peyamek weşand û got: "Careke din daxwazê ji hemû partiyên Herêma Kurdistanê dikim ku ligel hev bicivin û dawî li vê mijarê bînin. Yan biryarê li ser encamdana hilbijartina serok bidin, an li ser destnîşankirina rêzdarekî lihev bikin daku heta hilbijartina sala 2017an erkê serokatîkirina herêmê bigre stoyê xwe û ez ê jî bi hemû şiyana xwe alîkariyê dikim.”

Şukriya Mistefa di wê derbarê de hêvî xwest ku, Barzanî hemû aliyên siyasî bo serxwebûna Kurdistanê lihev bicivîne. Daxwaz jî ji hemû aliyan kir ku, hewldanên xwe bikin ji bo ku ew destpêşxerî têkeve warê cîbicîkirinê.