Tevgera Goran: Naveroka peyama Barzanî cuda ye
Parlementerê Tevgera Goranê diyar dike ku, çareserkirina hemû pirsgirêkan li cem Serokê Herêma Kurdistanê ye.
K24- Hewlêr
Parlementerekî Tevgera Goranê peyama Serokê Herêma Kurdistanê bi “naverokek cuda” binav dike û dibêje ku “çareseriya pirsgirêkan li cem Barzanî ye.”
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bi helkefta sala nû peyamek weşand û got: "Careke din daxwazê ji hemû partiyên Herêma Kurdistanê dikim ku ligel hev bicivin û dawî li vê mijarê bînin. Yan biryarê li ser encamdana hilbijartina serok bidin, an li ser destnîşankirina rêzdarekî lihev bikin daku heta hilbijartina sala 2017an erkê serokatîkirina herêmê bigre stoyê xwe û ez ê jî bi hemû şiyana xwe alîkariyê dikim.”
Di wê derbarê de, Parlementerê Tevgera Goranê, Bêstûn Fayiq ji K24 re got: “Çarserkirina hemû pirsgirêkan li cem Barzanî ye, ew dikar bi biryarekê (krîzan) çareser bike.”
Fayiq da zanîn jî ku, ew wek Tevgera Goranê ti mercekî pêşwxt li cem wan nîn ji bo danûstandinan, daxwaz kir jî ku Parlementoya Kurdistanê carek din vegere rewşa berê.