Li navçeya Geverê 80 xwendekar asê man

Li navçeya Geverê 80 xwendevan bi 5 minîbûsan piştî ji dibistanê vedigeriyan malên xwe, ji ber barîna berfa zêde di rê de asê man.

K24 – Navenda Nûçeyan

Barîna berfa zêde li Bakurê Kurdistanê jiyan rawestand. Li bajarê Colemergê navçeya Geverê 80 xwendevan bi 5 minîbûsan piştî ji dibistanê vedigeriyan malên xwe, ji ber barîna berfa zêde di rê de asê man.

Li ser vê yekê şofêrên minîbûsan ji Îdareya Taybet a Bajêr alîkarî xwestin. Piştî xebata 2 saetan xwendevan hatin xilaskirin.

Dîsa duh şev li bajarê Sêrtê jî 12ê wan xwendevan, 29 welatî li ser rêya Şîrwanê asê man. Lê ew jî piştî hewldaneka 5 saetan hatin rizgarkirin.

Barîna berfê digel van bûyeran rêya bi sedan gund û bajarokên Bakurê Kurdistanê jî girtiye.