Li Cizîrê ji ber pevçûnan xelk malên xwe dihêlin

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê çer û pevçûn berdewam dikin. Li navçeyê li ser banga hêzên ewlekariyê xelkê taxên Cûdî, Nûr û Yafesê malên xwe bicîh hêştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê çer û pevçûn berdewam dikin. Li navçeyê li ser banga hêzên ewlekariyê xelkê taxên Cûdî, Nûr û Yafesê malên xwe bicîh hêştin.

Hêzên ewlekariya Tirkiyê bi piştgiriya tang û zirxpoşan li 3 taxên Cizîrê operasyonan dikin. Şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û gerîlayên PKKê berdewam dikin. 

Di pevçûnên duh bi şev de polîsek û îro jî 2 leşker hatin kuştin û 5 polîs û 4 leşker jî birîndar bûn. 

Di dema pevçûnan de hêzên ewlekariyê bang li xelkê taxên Cûdî, Nûr û Yafesê kir ku malên xwe bicîh bihêlin.

Xelkên van taxan jî bi alên spî ji malên xwe derketin û çûne Şirnex û Mêrdînê.