Termên Oran û Sevîktek radestî malbatên wan nebûne

Di pevçûnên li navçeya Sûr a Diyarbekirê de beriya 11 rojan 2 xwepêşanderan canê xwe ji dest dan lê belê hê jî cenazeyên wan radestî malbata wan nehatine kirin. Li gorî ragihandina malbatan Termên zarokên wan li Mizgefta Kurşunluyê ne. Malbat dibêjin heta ku ew Termên xwe nestînin dê ji îro û pê de dest bi greva birçûbûnê bikin

K24 – Diyarbekir

Di pevçûnên li navçeya Sûr a Diyarbekirê de beriya 11 rojan 2 xwepêşanderan canê xwe ji dest dan lê belê hê jî cenazeyên wan radestî malbata wan nehatine kirin. Li gorî ragihandina malbatan Termên zarokên wan li Mizgefta Kurşunluyê ne. Malbat dibêjin heta ku ew Termên xwe nestînin dê ji îro û pê de dest bi greva birçûbûnê bikin.

Qedexekirina derketina derve ya li 6 taxên navçeya Sûrê îro kete roja 32yan. Li navçeyê şer û pevçûnên di navbera xwepêşanderên ku nêzîkî PKKê ne û hêzên ewlehiya dewletê de ji 2yê meha Kanûna 2015an ve didomin.

Termên Îsa Oran ê 21 salî û Mesut Sevîktek yê 25 salî ji 23ê Kanûna 2015an ve hê jî radestî malbata wan nehatine kirin. Tevî hemû daxwaza malbatan ew nikarin Termên xwe bistînin û dibêjin; "Cîgirê Parezgerê Amedê û Serdozgeriya Diyarbekirê bo me got destpêkê xendekan bigrin, piştre em ê Termên we radestî we bikin."

Malbata Oran û Sevîktek îro li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan ya Diyarbekirê ÎHDê heta ku Termên xwe bistînin dest bi greva birçîbunê kirine.