Li derûdora Şamê xelik ji “birçîbûnê” dimrin
Nêzîkê 40 hezar kes li devera Medaya ya ser bi Şamê ve, bi sedema dorpêçkirina hêzên hikûmeta Sûriryê û bi sedema birçîbûnê di metirsiya mirinê de ne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Nêzîkê 40 hezar kesî li devera Medaya ya ser bi Şamê ve, di bin mtirsiya mirinê de ne.
Ev bû demek ku gund û warên navçeya Medaya ya ser bi Şamê ve ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve hatine dorpêçkirin, ji ber wê yekê jî êdî nema nan û xwarin bidest xelkê dikeve.
Li gor raporên rêxistinên mafên mirovan, heta niha çend kes ji ber birçîbûnê li Medyaya canê xwe ji dest dane, herwiha ji ber nebûna ava pak bo vexwarinê, nexweşî zêde bûne.
Çalakvanên Medyaya dilgiraniya xwe ji Neteweyê Yekbûyî anîn ziman, ku heta niha nikarîne alîkariyan ji wan re bişînin, herwiha li Zebedaniyê jî, xelik nikarin birîndarin xwe derman bikin.