Rojnamevanekî Fransî rexneyan li nexşeya Sayks – Picot digre

Pirsa serxwebûna Kurdistanê û guhartinên Rojhilata Navîn bûye rojeva herî girîng di medyaya cîhanî de.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Pirsa serxwebûna Kurdistanê û guhartinên Rojhilata Navîn bûye rojeva herî girîng di medyaya cîhanî de.

Di vê çarçovê de, di çapa Fransî ya rojnameta “Huffingotin Post”, rojnamevan û lêkolîner di karûbarên Rojhilata Navîn de, Akil Marsau gotarek belav kir û tê de tekez li ser guhartinên li Rojhilata Navîn dike û hişyarî ji bêbeşkirina Kurdan li navçeyê daye.

Marsau dibêje ku “Li ser asta Navdewletî û cîhanê Kurdistan roj bi roj berve pêşveçûnên diçe, tevî ku sînorê wê bi DAIŞê re heye.”

Herwiha Marsau ku bi xwe Kurdekî Rojavayê Kurdistanê ye,  nivîsiye jî “tevî Kurd şerekî tund bi DAIŞê re dikin, lê ji aliyekî din ve Kurd gavine din berev pêşketinên balkêş ve diavêjin.”

Wî rojnamevanî amaje bi wê yekê kir ku, welatên rojava wek pêwîst alîkariyê nadin Kurdan û doza wan, herwiha ew welat bi planeke baş alîkariyên leşkerî jî bo wan naşîne. Marsau dibêje jî “Rojava wek tê xwestin alîkariya Kurdan di şerê li dijî DAIŞê nakin.”

Marsau dibêje: “DAIŞ êrîşî çend navçeyên Kurdistanê kir, çendîn kes jî canên xwe jidest dan û çendîn keçên Kurd revand û destdirêjî li wan hat kirin, lê kes bi hawara Kurdan ve neçû. Kurd li şûna cîhanê ve şer dike lê bê çek.”

Herwiha Marsau dibêje jî, “Pêwîst e danûstandin ligel Kurdan wek ku mezintirîn hevpeyman li herêmê were kirin û were pirçekirin, piştgiriya Kurdan çi li Iraq û çi li Sûriyê wer kirin.

Marsau di dawiyê de jî dibêje,“100 sal di ser rêkeftina Sayks – Picot re derbas bûye, Fransa jî cihê Kurd li ser nexşeyê dabeş nekiriye, Kurd niha sîkolartirîn û baştirîn hevpeyman ji Ewropayê re li Rojhilata Navîn e.”