Li Sûrê jinekê canê xwe ji dest da

Li Sûra navçeya Diyarbekirê rokêtek li malekê ket, jinekê jî canê xwe ji dest da û kesekî din jî birîndar bû

K24 – Navenda Nûçeyan 

Li Sûra navçeya Diyarbekirê rokêtek li malekê ket, jinekê jî canê xwe ji dest da û kesekî din jî birîndar bû

Li navçeya Sûrê, li taxên ku qedexeya derketina derve hatiye ragehandin operasyon bênavber didomin. 

Îro piştî nîvroyê, nêzîkî postexaneya mezin ku qedexeya derketina derve lê nîne, rokêtek li malekê ket. Di enacamê de jina bi navê Melek Alpaydin canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû. 

Hat ragihandin, dema malbat li ser sifreya xwarinê bûn rokêt li malê ketiye.

Ji aliyekî din ve, li taxa Şehîtlîkê ku derveyî Sûrê ye, rokêtek li malekê ket û zarokek birîndar bû.