Li Bakurê Kurdistanê bûyer bidawî nabin

Li navçeya Cizîr û Silopiyê 3 welatî hatin kuştin. Li navçeya Sûrê jî guleyeke tope li xaniyekî ket û jinekê canê xwe ji dest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Cizîr û Silopiyê 3 welatî hatin kuştin. Li navçeya Sûrê jî guleyeke tope li xaniyekî ket û jinekê canê xwe ji dest da. Li heman navçeyê duh derengê şevê teqînek çêbû û di encam de leşkerek mir.

Şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê bênavber didomin. Lê di vî şerî de kesên ku zêdetir zerarê dibînin û koç dikin welatî ne. Li navçeyên Cizir, Sûr û Silopiyê 4 welatina canê xwe ji dest dan.

Duh piştî nîvro saet 13:00 li navçeya Surê Taxa Îskenderpaşayê di navbera hêzên ewlekariyê û Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) de şer derket û guleyeke topê li malekê ket. Di encam de jina bi navê Melek Alpaydin ku dayika 3 zarokan bû hate kuştin û welatiyek jî birîndar bû. Herwiha duh derengê şevê saet 11:00an li heman navçeyê teqînek çêbû û leşkerek bi giranî birîndar bû. Hat ragihandin ku wî leşker îro canê xwe ji dest daye.

Li navçeya Cizîrê jî şer  berdewam e. Duh welatiyekî bi navê Sezayî Burçîn ku bavê 3 zarokan bû di nav pevçûnan de ma û canê xwe ji dest da.

Li navçeya Silopiyê jî pevçûn çêdibin û di encam de 2 welatî hatin kuştin, welatiyek jî birîndar bû. Li taxa Barbarosê parçeyekî guleya topê li jineka 35 salî ket û bû sedema mirina wê. Li heman taxê welatiyek bi navê Yusuf hat kuştin. Herwiha hevjîna wî jî bi giranî birîndar bû.

Şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê û rewşa aloz dibe sedema koça bi hezaran welatiyan. Welatî dema koç dikin ji bo nebin armanca guleyan ala spî bilind dikin û nerazîbûneka tûnd li hemberî şer û pevçûnan nîşan didin. Herwiha hêvî dikin ku şer di demeka herî zû de raweste û ew vegerin malên xwe.

Li navçeya Surê 34 li Cizîr û Silopiyê jî 22 roj in derketina derva qedexe ye û hêzên ewlekariyê operasyonên xwe yên li hemberî Yekineyên Parastina Sivîl bi berfirehî didomînin.