Pêgeha nû ya Kurdan li Rojhilata Navîn

Nivîskarê Erebistana Siudiyê Ebdulla Bin Bicad El-Itêbî, di gotarekê de bi navê "Kurd û dewletên Asya Navîn", behsa pêgeha Kurdan dike wek dosyayeke girîng li Rojhilata Navîn.

K24 – Riyad

Nivîskarê Erebistana Siudiyê Ebdulla Bin Bicad El-Itêbî, di gotarekê de ku di hejmara îro ya rojnameya Şerq El-Ewset de bi navê "Kurd û dewletên Asya Navîn" hatiye belavkirin, behsa pêgeha Kurdan dike wek dosyayeke girîng li Rojhilata Navîn.

El-Itêbî di gotara xwe de dibêje: "Ji ber wê pêgeha cografî, siyasî û stratejîk a Kurdan, divê peywendiyên dostane yên welatên Erebî ligel Kurdan hebin."

Nivîskar di beşeke din a gotara xwe de qala şiyana Kurdan a di rûbirûbûna DAIŞê de dike ku ew rêxistin wek "metirsîtirîn milîşiyayên radîkal" pênase kiriye. Herwiha tekez dike ku DAIŞ gefeke mezin e li ser welatên Erebî.

Ji ber şerê DAIŞê pêgeha Kurdan girîngiyeke zêdetir peyda kiriye û welatên cîhanê di wê baweriyê de ne ku Kurd ji dêlva hemû cîhanê şerê DAIŞê dike û di vî şerî de gelek qurbanî dane.