Salvegera wefata siyasetmedarê Kurd Murat Bozlak

Siyasetmedarê Kurd Murat Bozlak par 4ê Çile li Enqerê canê xwe ji dest da. Bozlak yek ji wan kesan bû ku ji deşta Anatoliyaya Navîn derketiye û bûbû dengê Kurdan.

K24 - Stenbol

Siyasetmedarê Kurd Murat Bozlak par 4ê Çile li Enqerê canê xwe ji dest da. Bozlak yek ji wan kesan bû ku ji deşta Anatoliyaya Navîn derketiye û bûbû dengê Kurdan.

Murat Bozlak di sala 1952an de li Şereflikoçhîsara Enqereyê ji dayîk bû. Lê rayê malbata wî heta bajarê Rojavayê Kurdistanê Êfrînê diçe. Malbata Bozlak ji Efrînê koçî Semsura Bakurê Kudistanê bûne û ji wê de rê jî ber bi Anatoliyaya Navîn ve  hatine sirgun kirin.

Murat Bozlak li Zanîngeha Enqereyê ji beşa Hikukê derçûye û demekî weke parêzer xebitiye. Bozlak piştre dikeve nava sîyasetê û di avakirina partiyên weke SHP,HEP,DEP cih digre.

Murat Bozlak sala 1994an rastî êrişekî çekdarî tê û bi giranî birîndar dibe. Her wiha Bozlak 3 sal di girtîgehê de dimîne û sala 2002an dema ku HADEP tê girtin,  Bozlak jî 5 salan ji sîyasetê tê durxistin. Lê tevî wan tiştan Bozlak dest ji doza xwe bernade.  

Murat Bozlak herî dawî sala 2011an weke parlamenterê HDPê yê Edenê dikeve meclisa Tirkiyê. Sîyasetmedarê Anatoliyaya Navîn Bozlak, par 4ê Çileyê li Enqereyê ji ber nexweşiya pênçeşerê canê xwe ji dest da.

Murat Bozlak beriya ku wefat dike di wasîyeta xwe de dibêje, "ji ber ku Kurdistan di parlamentoya Tirkiyê de hatiya redkirin ez naxwazim li vê parlamentoya ji bo min merasîmek bê kirin." Murat Bozlak li Şerflîkoçhîsara Ênqerê hat veşartin.