Opozîsyona Sûriyê piştgiriya Erebistana Siûdiyê dike
Têkçûna pêwendiyên Îran û Erebistana Siûdiyê piştî sêdarkirina şêx Nimir El-Nimir ji aliyê Siûdiyê ve hat.Tê zanîn ku Îran piştgiriya rejîma Sûriyê dike di şerê wê yê li dijî opozîsyona wî welatî.

K24-NavendaNûçeyan
Itîlafa Opozîsyona Sûriyê daxwaz ji hemû welatên Ereb û misilman kir, ku piştgiriya biryara Erebistana Siûdiyê bikin û pêwendiyê xwe bi Îranê re qûtbikin.
Derbarê mijarê de Itîlafa Opozîsyona Sûriyê ya ku navenda wê li Tirkiyê ye daxuyaniyek belav kir, tê de daxwaz ji hemû welatên Ereb û misliman kir, ku piştgiriya biryara Erebistana Siûdiyê bikin, pêwendiyên xwe jî bi Îranê re qût bikin.
Piştî Erbistana Siûdiyê hemû pêwendiyên xwe yên Deblomatîk li gel Îranê re gûtkirin, her yek ji Behrên, Sûdan, Imarata Erebî jî pêngava Erbistana Siûdiyê standin û pêwendiyên xwe bi wî welatî re qût kirin.
Têkçûna pêwendiyên Îran û Erebistana Siûdiyê piştî sêdarkirina şêx Nimir El-Nimir ji aliyê Siûdiyê ve hat.Tê zanîn ku Îran piştgiriya rejîma Sûriyê dike di şerê wê yê li dijî opozîsyona wî welatî.