Kerkûkî: Divê Iraq bibe sê dewletên serbixwe
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê û Fermandeyê Eniya Başûrê Rojavayê Kerkûkê, Kemal Kerkûkî ragihand ku divî Iraq bibe sê dewletên serbixwe.
K24 – Hewlêr
Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê û Fermandeyê Eniya Başûrê Rojavayê Kerkûkê, Kemal Kerkûkî ragihand ku divî Iraq bibe sê dewletên serbixwe.
Di hevpeyvînekê de ligel govara The National Interest, Kemal Kerkûkî behsa êrîşn DAIŞê bo ser rojavayê Kerkûkê dike û dibêje: "Dema DAIŞê êrîşî rojavayê Kerkûkê kir, hêzên Iraqê çendîn çek û teqemeniyên girîng ji DAIŞê re bicîh hiştin, di nav wan de antî tank jî hebûn, herwiha çendîn otomobîlên girîng jî bo DAIŞê bicîh hiştin."
Li ser rewşa niha ya Iraqê jî Kerkûkî wiha diaxife: "Niha Iraq di warê pêkhateya civakî de parçe bûye, baştirîn çareserî jî bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê, parçebûna Iraqê ye bo sê welatên serbixwe. Ji ber eger Iraq wek yek welatî bimîne her aliyek êrîşî aliyê din dike, loma dive Iraq bibe sê welat, welatek ji Kurdan re be, du welatên swebixwe jî bo Erebên Sune û Şîe."
Kerkûkî behsa firotina petrol Kurdistanê jî dike û wiha dibêje: "Niha Kurd ligel DAIŞê di şer de ne, loma dive rê ji me re bê dayîn daku em bi xwe petrol Kurdistanê bifroşin, da em bikaribin rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê baş bikin, herwiha ji bo rasterast çekan ji Hêzên Pêşmerge re bînin."
Kemal Kerkûkî tekez dike ku niha Herêma Kurdistanê aramtirîn parçeyê Iraqê ye û axaftina xwe wiha diqedîne: "Niha nêzîka 2 milyon koçberên Iraqê li nav axa Kurdistanê bicîh bûne, di nav wan de Mesîhî jî hene ku ji ber DAIŞê derbider bûne, vê hejmara zêde jî rêjeya daniştvanên Herêma Kurdistanê ji sedî 29 zêde kiriye."