Li Cizîrê şer berdewam e û rewş aloztir dibe

Li bajarokê Cizîrê yê Şirnexê şer û pevçûn bênavber berdewam in û gelek malbatan bajarok bicîh hiştin.

K24 – Şirnex

Li bajarokê Cizîrê yê Şirnexê şer û pevçûn bênavber berdewam in û gelek malbatan bajarok bicîh hiştin û 3 malbatên Taxa Dagkapi ku di nav pevçûnan de mabûn hewara xwe gihandin mizgeftê û niha têde dijîn.

Li hinek navçeyên Bakurê Kurdistanê wek Sûra Diyarbekir, Nisêbêna Mêrdînê, Cizîr û Silopiya Şirnexê şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlekariya Tirk û şervanên Tevgera Ciwanên Demokratîk û Welatparêz de berdewam in.

Ji 14ê meha borî ya sala 2015an ve li Cizîrê qedexeya derketina derve heye û leşker û polîsên Tirk bi hinceta girtina xendek û rakirina berbesta li nav bajaran bi çekên giran û otomobîlên zirxpoş operasyonan dikin, şervanên tevgera navbirî jî li dijî wan radiwestin.

Dengê çekan ji bajarok kêm nabe û şer û pevçûn bi piranî li taxên Cudî, Nûr û Yasef çêdibin û ji tirsa gelek malbatan ji navçeyê bar kiriye û 3 malbat jî ji hefteya borî ve di Mizgefta Ser Sur de dijîn.

Li aliyê din Komeleya Mafê Mirovan eşkere kir ku, ji destpêkirina qedexeya derketina derve û heta niha 25 jin û 44 zarokan canê xwe ji dest dane.  Bi dehan jin û zarok jî birîndar bûne.

Fly Erbil Advertisment