Şêrê li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê ranaweste
Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkîyê di pevçûnên 2015an heta îro Polîs, Leşker, Sivîl û Gêrîla jî di nav de 523 kesan canê xwe ji dest dane.
K24 – Diyarbekir
Pevçûnên li navçeya Sûra Diyarbekirê di roja 35’emîn de didomin. Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkîyê di pevçûnên 2015an heta îro Polîs, Leşker, Sivîl û Gêrîla jî di nav de 523 kesan canê xwe ji dest dane.
Dengên teqîn û çekan ji navçeyê kut nabin. Ev 13 roj in ku termên 3 xwepêşanderan hê jî li erdê ne. Rewşa aboriya navçeyê jî têk çûye. Li gor daneyên Saziyên Sivîl, 171 leşker, polîs û korucî (Notirvan) 195 xwepêşander û 157 sivîlan canê ji dest dane.
Ji hêla din ve qedexeya derketina derve ji 2ê meha Kanûna 2015an ve li navçeya Sûrê didome. Ji 15 taxên navçeyê qedexe li 6 taxên bi navên Dabanoglu, Hasirli, Savaş, Fatîhpaşa, Cevatpaşa û Cemal Yilmazê hatiye ragihandin.
Koçeya Gazi ku yek rêya navdar a Diyarbekirê ye di bin kontrola polîsan de hatiye vekirin. Lê piraniya esnafan deriyên dikanên xwe venakin, xelk jî ji tirsa çekan naçin wê herêmê. Polîs bi otomobîlên zirxpoş û kepçeyan hêza xwe vediguhêzin her 6 taxên navborî. Ji hêla din ve carcaran guleyên ji taxên ku pevçûn lê hene têne avêtin, li xanî û kargehên dûr jî dikevin û heta niha 7 kesên sivîl birîndar kirine.