Zaroka Rojavayî ya 4 mehî ji ber sermayê canê xwe ji dest da
Bavê zaroka 4 mehî diyar dike ku, eger kes bi hawara wan ve neçe, dê zaroka wî ya 3 salî jî canê xwe ji dest bide.
K24- Navenda Nûçeyan
Ji ber rewşa dijwar a seqayê, di nav malbateke penaber de li Êlihê, zarokekî 4 mehî canê xwe ji dest da.
Ew malbata ji Rojavayê Kurdistanê, di konekî de li Êlihê jiyana xwe derbas dikin, ligel hatina werzê Zistanê, barîna berfê û daketina pileyên germayê, rojên dijwar derbas dikin.
Ji ber berf û sermayyê jî, zaroka malbatê ya 4 mehî canê xwe ji dest da.
Bavê wê zarokê, Ayid Xidir Elî diyar dike ku ew ji ber mirina li welatê xwe reviyane û bûne penaber, lêbelê niha jî ji ber sermayê perçeyek ji canê xwe, xistine bin axê.
Elî destnîşan dike ku zarokên wî nexweş ketine û eger di vê Zistana dijwar de sotemenî bidest wan neke, dê zaroka wî ya 3 salî jî canê xwe ji dest bide.
Ayid Elî zaroka xwe ya 4 meshî di tirbeskê li nêzîk konê xwe de, spartiye axê.