Tevgera Goranê daxwaz çareserkirina krîzên li Kurdistanê dike

Berdevkê Parlementoya Kurdistanê mercekî li pêş dîtina her çareseriyekê ji krîzên li Herêma Kurdistanê dideyne.

K24- Silêmanî

Tevgera Goranê radighîne ku, ew daxwaza dîtina çareseriyekê ji krîz û pirsgirêkên li Herêma Kurdistanê re dikin.

Berdevkê Tevgera Goranê, Şoreş Hacî di daxuyaniyeke nivîskî de got ku, ew pêşwazî li her destpêşxerî û hewldanekê bo çareserkirina rewşa aloz a li Herêma Kurdistanê dikin.

Şoreş Hacî amaje bi peyama Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ya derbarê pîrobahîkirina sala nû de weşandibû.

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bi helkefta sala nû 31ê meha 12 a 2015ê di peyamekê de gotibû: "Careke din daxwazê ji hemû partiyên Herêma Kurdistanê dikim ku ligel hev bicivin û dawî li vê mijarê bînin. Yan biryarê li ser encamdana hilbijartina serok bidin, an li ser destnîşankirina rêzdarekî lihev bikin daku heta hilbijartina sala 2017an erkê serokatîkirina herêmê bigre stoyê xwe û ez ê jî bi hemû şiyana xwe alîkariyê dikim.”

Berdevkê Tevgera Goranê amaje kir jî ku ew nizanin dê çi pîvanek ji bo dubare destpêkirina karê parlemento û hikûmeta Kurdistanê werin danîn.

Herwiha bi merc jî zanî ku, carek din Parlementoya Kurdistanê vegere karê xwe yê asayî li gor yasa û rêkeftinên siyasî.