“PDK û YNK li ser pêkanîna hikûmeta nû rêkeftine”

YNK dixwaze çend berpirsên Tevgera Goranê bikşîne nav rêzên xwe û postên di hikûmeta nû de bide dest wan.

K24- Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser bingeha avakirina hikûmeta nû rêkeftine, serkirdeyekî PDK jî dibêje ku, YNK hêza herî lojîkî ye ji bo ku ligel bibin hevpeyman.

Li gor heftenameya Bas ê, di dawiya sala borî de, PDK û YNK li ser bingeha avakirina hikûnetek nû û aktîfkirina Parlementoya Kurdistanê lihev kirine.

Di raporê de hatiye ku, di navbera PDK û YNK de, rêkeftin li ser çend xalan pêkhatiye û çend xalên din jî gotûbêj li ser wan tê kirin.

PDKê û YNKê dixwazin Tevgera Goranê wek aliyekî siyasî, neku wek hevpeymanekî beşdarî hikûmeta û parlementoyê bikin.

Yekgirtûya Islamî jî biryar daye ku ew dê beşdarî wê rêkeftina YNK û PDK bibe, Yekgirtûya Islamî jî ku beriya niha red dikir, lê niha razî bûye ku tevlî wê hikûmetê bibe.

Çavkaniyeke paye bilind jî diyar kiriye ku, ji bo zanîne nêrîna Rêxerê Giştî yê Tevgera Goranê, Newşîrwan Mistefa, Emîrê Komela Islamî, Elî Bapîr pêwendî bi navborî re kiribû.

Newşîrwan Mistefa gotibû ku, biryara beşdarîkirin yan beşdarî nekirina di hikûmeta ku dê YNK û PDK pêk bînin, ji mafê Yekgirtû û Komela Islamî ye.

Herwiha rêkeftin li ser beşdarîkirina partiyên biçûk û pêkhateyên Herêma Kurdistanê di hikûmeta nû de, hatiye kirin.

Lê heta niha, PDK û YNK li ser diyarkirina kesê ku dê bibe Serokê Parlementoya Kurdistanê, rê nekeftine. Lê li gor rêkeftinê, dê ew post ji bo YNK be, ji ber ku serokatiya hikûmetê di dest PDK de ye.

Herwiha dê YNK daxwaza zêdekirina pişka xwe ji wezaret û rêvebiriyê giştî bike, tevî potsên din ên hikûmetê.

YNKê jî dixwaze ku, çend berpirsekî Tevgera Goranê razî bike, ji bo ku wan bikşîne nav rêzên xwe û postên nû di hikûmetê de bide wan.