Pêşmergeyekî Rojavayê Kurdistanê şehîd bû

Pêşmerge Selahedîn Heso, îro li bajarê Dihokê li naxweşxaneya Hawarhatinê bi sedema wê bûyerê canê xwe ji dest da.

K24-Dihok

Pêşmergeyekî Rojavayê Kurdistanê bi navê Selahedîn Mihmed Seîd Heso, ji bajarê Efrînê gava di erkê xwe debû, di bûyereke çûnûhatinê de li bajarê Dihokê şehîd bû.

Derbarî mijarê de Mûlazim Henan Sîdo di daxuyaniyekê de ji K24ê re tekez kir, ku pêşmerge Selahedîn Mihmed Seîd Heso navê dayîka wî Esome ye, yek ji pêşmergeyên hêza2 fewca 3ê ye û li navçeya Rebîa di nav rêzên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê berevaniya axa Kurdistanê dikir.

Pêşmerge Selahedîn Heso, îro li bajarê Dihokê li naxweşxaneya Hawarhatinê bi sedema wê bûyerê şehîd bû û dê li navçeya Kesnezan ya ser bi Parêzgeha Hewlêrê were veşartin.