Ji Başûrê Kurdistanê “500 kes” tevlî DAIŞê bûne

Ji yen taxa Hewlêrê, 13 xort tevlî çekdarên DAIŞê bûne.

K24- Hewlêr

Wezareta Ewqaf ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku, heta niha 500 kes ji Başûrê Kurdistanê tevlî çekdarên DAIŞê bûne.

Berpirsê Pêwendiyên Wezareta Ewqaf, Merîwan Neqşebendî di daxuyaniyekê de ji K24 re ragihand ku, tenê ji yek mizgefta li taxa Hevala ya Hewlêrê, 13 kes çûne tevlî DAIŞê bûne.

Li gor amara ku Neqşebendî aşkere kiriye, di nav wan 500 kesî de, malbat, jin û zarok jî hene.

Beşek ji wan Kurdên lu tevlî DAIŞê bûn hatine kuştin, beşek nevegeriyan e û  çarenivîsa wan nediyar e, beşek jî ji aliyê hêzên ewlekarî yên Herêma Kurdistanê ve hatine girtin, dema ku hewla encamdana kirdarên xwekujî didan.

Neqşebendî diyar dike ku, sedeme çûna xort û gencên Başûrê Kurdistanê bo nav DAIŞê, gotarên radîkal in ên ku li mizgeft û tekiyan tên xwendin.