Xelîl bo ENKS: Me tohmetbar dikin û daxwaz rêkeftinê dikin!
Serkirdeyê TEV-DEMê diyar dike ku, ENKS dibêje ku ew di nav dijbereya Sûriyê de ne û di heman demê de li ber çavê rejîmê tevdigerin.
K24- Navenda Nûçeyan
Serkirdeyekî Tevgera Civaka Demokratîka (TEV-DEM) dibêre: Çima ENKS dibêje ku ew alîgirên rejîmê ne û li pey pêkanîna rêkeftinekê ligel wan dikeve?!
Endamê Konseya Rêveber a TEV-DEMê, Aldar Xelîl di hevpeyvînekê de ligel malpera el-Monitor got ku, ew li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê kesekî nagirin “lê kesê ku pêbendî yasayên rêveberiyê nebe, dê were cezakirin.”
Derbarê pirsa ku “ENKSê dibêje ku TEV-DEM alîgira rejîma Sûriyê ye” de, Aldarî Xelîl got: “Dema ku me tohmetbar dikin ku em destê rejîmê ne, çima li pey wê yekê dikevin ji bo ligel me rêkevin?!”
Xelîl diyar kir ku, ENKS dibêje ku ew di nav dijberiya Sûriyê de ye, lê nivîsîngehên hin partiyên di “çargoşeya ewlekariya rejîmê li Qamişloyê ye” herwiha ew jî bi şev û roj li ber çavê rejîmê diçin û tên.
Wî serkirdeyê TEV-DEMê got ku, eger ENKS dibêje ku ew ji dijbereya Sûriyê ne “bila navê girtiyên xwe di girtîgehên rejîmê de aşkere bikin.”