Şêx Alî: Kongreya Riyadê bi careseriya sîyasî bawer nake

li bajarê Efrînê, di bin navnîşana "di navbera kongirên Riyad û Dêrikê de kîjan ji herdu kongreyan nûnertiya projeya siyasî ya çareserkirina kirîza sûriyê dike " Mihyedȋn şêx Alî sekereterê Partiya El-Wehdê îro simînarek li navenda Rojava ya lêkolînên startîjîk lidar xist.

K24 – Efrîn 
li bajarê Efrînê, di bin navnîşana "di navbera kongirên Riyad û Dêrikê de kîjan ji herdu kongreyan nûnertiya projeya siyasî ya çareserkirina kirîza sûriyê dike " Mihyedȋn şêx Alî sekereterê Partiya El-Wehdê îro simînarek li navenda Rojava ya lêkolînên startîjîk lidar xist.
Tê de şêx Alî li ser wateyên cî, dem û mercên lidarxistina herdu kongreyan rawestî û got: “Kes û hêzên ku li kongreya Riyadê hatibûn vexwendin û beşdar bûne baweriya wan bi çareseriya siyasî ji krîza Sûriyê re nîne ji ber ku piraniya wan ji hêzên îsalmî yên tundrew bûn û herweha Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam jî di wê kongreyê de beşdar bûbûn, loma ew kongre bi awayekî jihevketî û ne li hev derket meydanê.
Herwiha şêx Alî bi awayekî tund rêxistina Êxwan el-Muslimîn a cîhanî rexne kir û got: “Ew rêxistina dijmintiya hêviyê gelê kurd û mafê jinan dike û bi sûdexwazî bi dozên gelan re dide û distîne. 
Di derbara kongreya Dêrikê de şêx Alî eşkere kir û got: “Pêwîsitiya vê kongreyê ji wê yekê tê ku ew li ser xaka Sûriyê hatiye lidarxistin û aliyên banga lidarxistina wê kongreyê kirine bi demokirasiyê bawer dikin, mîna Rêveberiya Xweser, fireksiyona partiyên lêvegera siyasî, şepêla Qemih û hêzên dîtir.”
Herweha şêx Alî di komcivîna xwe de tekez kir ku kongreya Dêrikê nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyê dike mîna kurd, Ereb, Fileh û Turkmenan.
Herwisa şê Alî mixabiniya xwe anî zimên û rexne li ragihandina Erebî girt ji ber ku wê ragihandinê kongreya Dêrikê paştguh kiriye û ti pêwîstî nedaye wê û li kêlek wê jî gelek aliyan hewil dan ku rûyê kongreya Dêrikê reş bikin û piropoganda belav kirin ku ev kongre dê xaka Sûriyê perçe bike.