Li Wanê aşût bi ser rêwiyan de hat, kesekî canê xwe ji dest da

4 jinên ku tevî wesayîtê dibin aşûtê de mabûn ji hêla rêwiyan ve hatin rizgarkirin

K24-wan

Wesayîta ku ji Wanê ber bi navçeya Şaxê ve diçû û di nav de 14 kes hebûn, 10 kîlometreyan nêzîkî navçeyê bûn,  dibin aşûtê de man.

Hat ragehandin, rêwîyan dema xwestine bo wesayîtê rê paqij bikin, aşût bi ser wan de hatiye û kesê bi navê Cebbar Kaçan canê xwe ji dest da.

4 jinên ku tevî wesayîtê dibin aşûtê de mabûn ji hêla rêwiyan ve hatin rizgarkirin.

Li ser agahdarkirinê, welatî û hêzên hawarçûna navçeya Şaxê, rêwî bi selametî gihandin navçeyê.