Agirek bi kampa Qoştepe ya penaberên Rojava ket
Kampa Qoştepe ya penaberên Rojavayê Kudistanê, bi 28 kometreyan ji bajarê Hewlêrê dûre, tê de "6" hezar penaber hene.
K24-Qoştepe
Agirek bi şeş konên kampa Qoştepe ya penaberên Rojavayê Kurdistanê ket, di encam de 6 penaber bi şewatê birîndarbûn,ku hemû ji yek malbatê ne(bav, Dê û 4 zarok).
Îro, li kampa Qoştepe ya penaberên Rojavayê Kurdistanê bi sedema pirsgirêka elektrîkê agir bi 6 konên penaberan ket, di encam de 6 penaberên Rojavayê Kurdistanê ji yek malbatê rastî şewatêbûn, birîna sê ji wan girane.
Li gor zanyariyên Hêza Berevanya Sivîl tîma agirvemrandinê giheşte kampê û agir kontirolkir, birîndar jî veguheztin nexweşxaneyên Hewlêrê.
Kampa Qoştepe ya penaberên Rojavayê Kudistanê, bi 28 kometreyan ji bajarê Hewlêrê dûre, tê de "6" hezar penaber hene.