"qedexeya derketina derve binpêkirina mafê mirovan e"
Turmen dibêje, biryarên berê yên Dadgeha Ewropayê di vê warê de eşkere ne û diyar e ku Tirkiye ji qedexeya derketina derve dê tawanbar bête dîtin û piştî vê biryarê neçar e ku qedexeyê rake.

K24-Navenda Nûçeyan
Dadwerê berê yê Dadgeha Ewropayê Riza Turmen dibêje, qedexeya derketina derve binpêkirina mafê mirovan e û Dadgeha Mafê Mirovan dê Tirkiyê tawanbar bibîne.
Riza Turmen ku di heman demê de Parlamenterê berê yê CHP'ê ye, di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Radîkalê de got, dewlet nikare welatiyên xwe bikuje û termên wan bi rojan li kolanan bihêle.
Turmen dibêje, biryarên berê yên Dadgeha Ewropayê di vê warê de eşkere ne û diyar e ku Tirkiye ji qedexeya derketina derve dê tawanbar bête dîtin û piştî vê biryarê neçar e ku qedexeyê rake.
Turmen got, daxwaza "rêveberiya xweserî" ya HDP'îyan ne sûc e û hewldanên tawanbarkirina wan derveyî Peymana Mafê Mirovan e.