Almanya hêza xwe li Herêma Kurdistanê zêde dike

Hikûmeta Almanyayê razemendiya xwe derbarê zêdekirina hejmara leşkerên xwe li Herêma Kurdistanê pesend kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Almanyayê razemendiya xwe derbarê zêdekirina hejmara leşkerên xwe li Herêma Kurdistanê pesend kir.

Hikûmeta Almanyayê projeya zêdekirina hejmara leşkerên xwe yên ku hêza Pêşmerge perwerde bikin li Herêma Kurdistanê pesend kir, ku li gor wê dê ji 100 leşkerî bike 150 leşker.

Di êrîşa DAIŞê li ser Herêma Kurdistanê di Tebaxa 2014an de, welatên Rojava û di nav wê de Almanya, çek û teqemenî bo hêza Pêşmerge dabîn kirin, Almanyayê jî 100 leşker bo perwedekirina hêza Pêşmerge sand Herêma Kurdistanê.

Hêzên Almayayê niha li 13 welatan ji nav wan jî Efxanistan û Kosovo û deryaya Spî erka çavdêriyê dike.