Girtîgeh rê nade ku parêzer girtiyan bibînin
Her du girtiyên siyasî Çetîn Aktaş û Nasrûllah Kuran ku weke Sekreteriya Serokê PKKê Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmralî diman, 2 roj berê veguhestin girtîgeha Silîvriyê. Rêveberiya girtîgehê rê nade ku parêzer herdu girtiyan bibînin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî têkçûna pêvajoya aştiyê bi biryara Wezareta Dadê ya Tirkiyê, ji 2 girtiyên li Îmraliyê ku weke Sekreterya Serokê PKKê hatibûn destnîşankirin, veguhestine girtîgeha Sîlîvriyê.
Parêzera her du girtiyan Ebrû Gunay ji bo hevdîtina ligel Çetîn Aktaş û Nasrûllah Kuran îro çû girtîgehê lê rêveberiya girtîgehê rê neda ku wan bibîne.
Gunay derbarê mijarê de bersiv da pirsa rojnamevanan û got ku weke li Îmraliyê li vî girtîgehê de jî nahêlin ew wan bibînin ji ber vê jî ew ji ber tenduristiya herdu girtiyan û herwiha girtiyên li Îmraliyê nîgeran in.
Ebrû Gunay da zanîn ku bêyî ti sedeman destnîşan bikin nahêlin ew ligel girtiyan hevdîtinan bikin û Wezareta Dadê jî ji vê rewşe agahdar e. Parêzer Ebrû gunay got: ''Armancek nehênî li pişt vê rewşê heye. Tiştek heye ku Wezaret jî ji me vedişêre.''