Tirkiyê bajarokê Girê Spî topbaran dike

Rewangehê da zanîn ku di encama wan êrîşên Tirkiyê de heta niha ti ziyanên giyanî, ne hatine tomar kirin.

K24-Girê Spî

Artêşa Tirkiyê ji şeva borî ve taxên rojava yên bajarokê Girê Spî û sîloyên genim bi çekên giran ji coreya MG3 topbaran dike.

Derbarê mijarê de Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan daxuyaniyek belav kir, têde hatibû gotin: "Şeva borî Atrêşa Tirkiyê taxa Eyn Eros ku dikeve rojavayê bajarê Girê Spî û sîloyên genim bi çekên giran ji coyreya MG3 topbaran kirin."

Rewangehê da zanîn ku di encama wan êrîşên Tirkiyê de heta niha ti ziyanên giyanî, ne hatine tomar kirin.

Bajarokê Grê Spî di bin kontirola Yekîneyên Parastina Gel(YPG) de ye û ji aliyê hemû pêkhateyên wî bajarokî ve  bi rêve diçe.