DAIŞê mirovek ji ber “Zimanê Kurdî” ser jê kir
Çekdarên DAIŞê li Babê welatiyekî Kurd ser jê kirin, êrîşên gûrpê Islamî yên radîkal jî li ser Efrînê berdewam in.
K24 – Efrîn
Çekdarên DAIŞê li Babê welatiyekî Kurd ser jê kirin, êrîşên gûrpê Islamî yên radîkal jî li ser Efrînê berdewam in.
Desteya Xweparastinê ya Kantona Efrînê di daxuyaniyekê de ragihand ku, çekdarên DAIŞê welatiyê Kurd ê bi navê “Ebû Ziyad Lolek” yê ji gundê Raî yê ser bi bajarokê Babê ve, bi bihaneya ku bi Kurdî daxive serjê kirin.
Ebû Ziyad Lolek (57 salî) bavê 4 zarokan e, di 4 vê mehê de ji aliyê “Dadgeha Şerî” ya DAIŞê ve li pêş çavên gundiyan serjê kirin.
Ji aliyekî din ve, çekdarên Eniya el-Nusrayê û Tevgera Ehrar el-Şam îro danê sibê her du gundên navçeya Şêrewa (Basûfan û Keştiyar) dane ber topan.
Peyamnêrê K24 diyar kir ku, ti ziyanek madî û mirovî ji encama wan topan neketine.
Gundê Keştiyarê ku di navbera her du herêman (Efrîn û Ezaz) de ye, ji 28 Kanûnê ve ji aliyê Ceyş Swar ve hatiye kontrolkirin.