6 partiyên Kurdistanî diçin Qendîl, Hewlêr û Enqerê
Ji ber çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê 6 partiyên Bakur, piştî gotûbêjên bi rojan biryara serdana Herêma Kurdistan û Qendîlê dan.
K24 - Diyarbekir
Ji ber çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê 6 partiyên Bakur, piştî gotûbêjên bi rojan biryara serdana Herêma Kurdistan û Qendîlê dan.
Her wiha partiyên Kurdistanî dê di 6 û 7ê meha Sibata 2016an de li Diyarbekirê konferanseke çareseriyê jî saz bikin û piştî konferansê dê serdana Partiya Dad û Geşapêdanê (AKP) û Partiya Gel ya Komarê (CHP) bikin.
Nûner û serokên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), PDK-Bakur, Partiya Kurdistanî (PAKURD), Hereketa Azadî û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) îro li Diyarbekirê civiyan.
Derbarê civînê de Siyasetmedar Bayram Bozyel û Berdevkê PAKURDê Îbrahîm Xelîl Baran agahî dan peyamnêrê Kurdistan24ê yê Diyarbekirê.
Li gorî zanyariyan, dê “Konferansa Perspektîfa Çareseriya Siyasî û Bidawîanîna Şerê li Kurdistanê” bê sazkirin. 250 siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr û karsaz dê beşdarî konferansê bibin. Lê beriya konferansê dê şanda her 6 partiyan biçe Herêmê Kurdistanê û ligel Serokê Herêmê Mesud Barzanî bicive.
Şanda navbirî dê bixwaze li gel Qendîlê jî hevdîtinekê bike. Heta niha jî navên kesên di şandê de cih bigrin û dema çûna wan ya Herêma Kurdistanê nediyar e.
Lê tê gotin ku di dawiya vê mehê de serdan dê were kirin. Piştî vegera Qendîl û konferansê dê nûnerên partiyên navborî ligel rayedarên hikûmeta Tirkiyê û partiya opozîsyonê CHPê jî bicivin.