Rayedarên Amerîka û Tirkiyê ligel Barzanî dicivin
Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku Washîngton, Enqere û Hewlêr dicivin, lê dema civînê diyar nekir.
K24 – Hewlêr
Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku Washîngton, Enqere û Hewlêr dicivin, lê dema civînê diyar nekir.
Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Kîfah Mehmûd, ragihand ku biryar e civînek di navbera Washîngton, Enqere û Hewlêrê de were sazkirin û got: " Lê nayê zanîn ka civîn li ser çi astekî ye, lê belê tekez ew civîn tê kirin."
Kîfah Mehmûd ji Basnewsê re wiha axifî: "Li gor pêşbîniyên min, tenê meseleya rûbirûbûna DAIŞ, aloziyên li navçeyê û egerên piştî nemana DAIŞê tên gotûbêj kirin."
Li gor agahiyên hatine bidestxistin, biryar e di van nêzîkan de civîna sêalî di navbera şandekî Tirkiye, Amerîka û Herêma Kurdistanê de bê kirin, û di wê civînê de Barzanî behsa pirsa rûbirûbûna DAIŞê û egerên piştî nemana wê ji herdu welatan re dike.
Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Kîfah Mehmûd, diyar kirk u heta niha biryar nehatiye dayîn ka dê welatên din beşdarî vê civînê bibin an na.