Li Nisêbîn û Cizîrê 4 kes hatin kuştin

Li bajarokê Nisêbînê yê Mêrdînê û Cizîra Şirnexê 4 welatiyên sivîl hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarokê Nisêbînê yê Mêrdînê û Cizîra Şirnexê 4 welatiyên sivîl hatin kuştin.

Li Bakurê Kurdistanê şer û pevçûn berdewam in û rojane welatiyên sivîl dibin qurbanî û bi sedan malbat ji cih û warên xwe koçber û derbider dibin.

Duh li navçeya Nisêbînê Taxa Firatê kûçeya Dîlekê seet 14:30an de dengê çekan hate bihîstin. Di encam de hat dîtin ko kesekî 19 salî ê bi navê Kerem Akyurek û Huseyîn Akyûzê 22 salî hatine kuştin.

Li gor Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê otomobîlên zirxpoş gule li wan herdu welatiyan reşandine û ew kuştine. Cenazeyê Akyurek û Akyuz bo Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hatin vegûhestin û piştî otopsiyê îro jî hatin veşartin.

Duh dîsan li bajarê Şirnexê navçeya Cizîrê jî 2 bira hatin kuştin. Li gor iddiayan her du birayên ku ji bo mala xwe avê bînin derketibûn derva ji aliyê tîmên taybet ve hatine kuştin.