Tu êrîşeke DAIŞê bo ser Başîke nehatiye kirin
Fermandeyiya Hêzên Pêşmerge li Eniya Naweran û Başîke ragihand ku tu êrîşeke DAIŞê bo ser Başîqe nehatiye kirin û ew îdîaya medya Tirk jî vala derxist.
K24 – Hewlêr
Fermandeyiya Hêzên Pêşmerge li Eniya Naweran û Başîke ragihand ku tu êrîşeke DAIŞê bo ser Başîqe nehatiye kirin û ew îdîaya medya Tirk jî vala derxist.
Fermandeyiya navbirî da zanîn ku çekdarên DAIŞê çend guleyên hawanan avêtine navçeyê lê tu êrîş nehatine kirin. Herwiha diyar kir ku li navçeya navbera Naweran û Xursîbat de 7 çekdarên DAIŞê ji aliyê Pêşmergeyan ve hatine kuştin.
Medya Tirkiyê wiha belav kiriye ku şevê din çekdarên DAIŞê êrîşî Kampa Başîke kirine û leşkerên Tirk karîne êrîşê vala derxînin û 17 çekdaran jî bikujin.
Lê Fermandeyiya Pêşmergeyên Kurdistanê li Naweran û Başîke (Bakurê Mûsilê) tekez kir ku tu êrîş bo ser Başîke nehatine kirin û îdîaya medya Tirk jî derew derxist.