Li Sûrê keçek 17 salî hat kuştin

Alozî li Sûra Diyarbekirê berdewam e û xelik jiyanek dijwar derbas dikin.

K24- Diyarbekir

Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê, keça 17 salî bi guleya hêzên ewlekariyê hat kuştin.

Peyamnêrê K24 diyar kir ku, îro li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê zaroka bi navê Rozerîn Çukur ji aliyê hêzên dewletê ve hate kuştin.

Navçeya Sûrê, yes ji navçeyên ku rewş lê herî zêde aloz e, berdewam jî welatî li wê navçeya Diyarbekir bi guleya polîsan tên kuştin.

Çendîn car jî xwepêşandan ji bo rakirina qedexeya li ser Sûrê û asayîkirina rewşa wê hatine encamdan, lê heta niha niştecêyên wê navçeyê jiyanek dijwar derbas dikin.