PKK: Emê tola jinan hêlînin
Komîteya Rêveber a PKK bi daxuyaniyekê salvegera kuştina 3 serkirdeyên xwe li Parîsê bibîr anî.
K24- Navenda Nûçeyan
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di daxuyaniyekê de gefa tolhildanê li Tirkiyê xwar, bêyî ku wî welatî binav bike.
Komîteya Rêveber a PKK di daxuyaniyeke nivîskî de salvegara kuştin Sakîne Cansiz û her du hevalên wê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa, Parîsê hatine kuştin, bibîr anî.
Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK diyar kir ku "Berxwedana azadiyê ya jinên Kurdistanê bi kuştina Sakîne neqediya û wê neqede. Weke mînaka îro ya Silopiyayê, wê Sakîne her zêde bibin, mezin bibin û pêşengiya xwe ya ji berxwedana li Kurdistanê re bidomînin.”
Di 5ê Çile de, sê siyasetmedarên jin li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin.
Di wê derbarê de, PKK gefa tolhildanê xwar û ragihand ku “Em soz didin ku em ê tola jinên Kurd ên hatin ”kuştin hilînin.
Di daxuyaniyê de hat jî ku “Tevî hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî em hevalên Sêvê, Fatma û Pakîze bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin, ku em ê têkoşîna şehîdên xwe bi ser bixînin.”