Erdogan: Hêzên me 18 çekdar li Başîkê kuştine
Fermandeya Pêşmerge li eniya Başîkê, red dike ku DAIŞê ti êrîş li wê eniyê encam dabin.
K24- Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê diyar dike ku, hêzên wan li eniya Başîkê ay ser bi Msûilê ve êrîşeke DAIŞê têkbirin û 18 çekdar jî kuştin.
Recep Teyyip Erdogan di daxuyaniyekê de ragihand ku, çekdarên DAIŞê êrîşî hêzê Tirkiyê yên li eniya Başîkê kirin, lê leşkeran bersiva wan dan.
Erdogan diyar dike jî ku, ew êrîşa DAIŞê belgeye li ser wê yekê ku, şandina hêzên Tirkî bo wê navçeyê, biryarek rast e.
Di meha borî de, Tirkiyê 150 leşker şandin eniya Başîkê, vê yekê jî pêwendiyên di navbera Enqere û Bexdayê de aloz kirin.
Lê Fermandeyiya Hêzên Pêşmerge li Eniya Naweran û Başîke ragihand ku tu êrîşeke DAIŞê bo ser Başîqe nehatiye kirin.
Fermandeyiya navbirî da zanîn ku çekdarên DAIŞê çend guleyên hawanan avêtine navçeyê lê tu êrîş nehatine kirin. Herwiha diyar kir ku li navçeya navbera Naweran û Xursîbat de 7 çekdarên DAIŞê ji aliyê Pêşmergeyan ve hatine kuştin.