Li dijî bûdceya Şaredariyên HDPê “Operasyon”

Piştî operasyonên leşkerî ên li bajarên Kurdan niha jî li dijî Şaredariyên HDPê operasyon destpê dikin.

K24 - Enqere

Piştî operasyonên leşkerî ên li bajarên Kurdan niha jî li dijî Şaredariyên HDPê operasyon destpê dikin.  Hat pêşniyarkirin ku şandina pereyên dewletê ya bo şaredariyên HDPê bê qûtkirin.

Piştî Serokwezîr Ahmet Davutoglu derbarê lêçûnên karmend û veberhênanên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de nerazîbûna xwe nîşan da, pişniyareke nû hate rojevê.

Bo qûtkirina bûdceya şaredariyên HDPê ku ji sedî 90 ji navendê ve tê şandin pêşniyara Modela Brîtanyayê hat kirin. Li gorî vê Modelê, pereyên ku navend dişîne bi cîbicîkirina hinek şertan tê dayîn. Lê eger şert neyên bicîhkirin dewlet dest datîne ser wan pereyan.

Şaredarê berê yê Diyarbekirê û Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr wiha nerazîbûna xwe nîşanî vê pêşniyarê da; “ Şer ne tenê mirovan, herwiha rastiyan jî dikûje. Ji bo berdewamiya şer derewan dikin. Ez 10 salan li ser şaredariya Diyarbekirê mam. Tenê qirûşek, tenê tevrek an bêrek di rêyên îllegal de neçûne.  Niha dixwazin bi ser şaredar, şaredariyan de biçin. Ev yek paşketin e.“