Salvegera kuştina her sê çalakvanên jin ên Kurd

Her sê jinên çalakvanên PKKê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez, sê sal beriya niha li navenda Parîsê, di encama êrîşek çekdarî de hatin kuştin. Sakîne Cansiz yek ji damezrênerê PKKê bû. Lewma diyar bû ku êrîş ne rûdanek asayî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Her sê jinên çalakvanên PKKê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez, sê sal beriya niha li navenda Parîsê, di encama êrîşek çekdarî de hatin kuştin. Sakîne Cansiz yek ji damezrênerê PKKê bû. Lewma diyar bû ku êrîş ne rûdanek asayî ye. Derbarê êrîşê de gelek tişt hatin gotin. Lê rastiya êrîşê wê piştî doza li Dadgeha Taybet a Cezayên Giran a Parîsê derkeve holê.

9ê Çileya sala 2013ê li Parîsa paytexta Fransayê, di Ofîsa Enformasyonê ya Kurdistanê de pêşenga PKKê Sakîne Cansiz, Endama Kongreya Netewî ya Kurdistanê Fîdan Dogan û çalakvan Leyla Soylemez di encama êrîşek çekdarî de hatin kuştin. Kujerê hersê jinên Kurd Omer Guney piştî 10 rojan ji aliyê polîsên Fransa ve hat girtin.

Polîsên Fransayê di 22ê Gulana 2015ê de ragihandin ku lêpirsîna derbarê bûyerê de bi dawî bûye. Di lêpirsîn, belgename û tomarên dengan de derket holê ku pêwendiyên kujer Omer Guney bi dezgeha îstîxbarata Tirkiyê MITê ve heye. Omer Guney ji aliyê MITê ve hatiye perwerdekirin û ji bo pêkanîna êrîşek bi vî awayî çûye nav refên PKKê.

Bêguman ji ber ev êrîş di pêvajoya danûstandinên proseya aştiyê ya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de hat kirin, giring bû. Herwiha Sakîne Cansiz yek ji damezrênerê PKKê û siyasetmedarek li pêş bû.

Serokwezîrê demê Recep Tayyîp Erdogan jî derbarê mijarê de roja 9ê Adara 2014ê, di dema mîtînga Rihayê de, behsa hêzên li pişt vê êrîşê kir û got ku ew kesên naxwazin proseya aştiyê serbikeve destpêkê xwestin hevdîtinên Osloyê jinav bibin, paşî hewldan şêwirmendê MITê bigrin û piştî hingî jî li Parîsê ev êrîş pêk anîn.

Di 24ê Tîrmehê de ragihandina Fransayê derbarê lêpirsînê de 70 rûpelên îdîanemayê eşkere kir. Li gor vê îdîanameyê yekem car e dezgeheke îstîxbaratê ji ber êrîşek terorîstî li Fransayê tê tohmetbar kirin. Niha çav li Dadgeha Taybet a Cezayên Giran a Parîsê ye ku doza ''Komkûjiya Parîsê'' ronahî bike.