Qêrîna mamosteyekê ji Diyarbekirê

Mamoste Ayşe Çelîk beşdarî bernameya Beyaz Showê bû û rengê bernameyê guhert. Çelîk, bal kişand ser bûyerên li herêmê diqewimin û got: "Bêdeng nemînin; mirov, zarok tên kuştin."

K24 –Navenda Nûçeyan

Mamoste Ayşe Çelîk beşdarî bernameya Beyaz Showê bû û rengê bernameyê guhert. Çelîk, bal kişand ser bûyerên li herêmê diqewimin û got: "Bêdeng nemînin; mirov, zarok tên kuştin."

Bernameya Beyaz Show ku di Kanal D de tê weşandin, mamosteya bi navê Ayşe Çelîk bi telefonê beşdarî bernameyê bû û bal kişand ser rewşa Bakurê Kurdistanê. Ayşe Çelik derbarê rewşa herêmê de pirsî: "Hûn bûyerên ku li herêmê diqewimin dizanin, haya we jê heye gelo.?

Çelîk li ser helwesta medyayê jî rawestiya û got: "Bûyerên ku li vir çêdibin di medyayê de bi awayekî cûda tên belavkirin. Ji vê rewşê re bêdeng nemînin, di vê mijarê de hinekî din hestyar tevbigerin. Êdî bibînin, bibîhîzin. Guneh e bila mirov nemirin, bila zarok nemirin, dayîk negirîn."

Mamoste Ayşe helwesta li hember mirina mirovan jî rexne kir û wiha pêde çû: "Ên ku bi mirina zarokan şa dibin he ne. Em ji wan re tiştekî nabêjin, heyfa wan." Çelîk banga mamosteyên ku ji herêmê jî diçin kir û wiha axifî; “Mamosteyên ku dest ji xwendekarên xwe berdidin dê careke din çawa vegerin nav wan, wê çawa li ruyê wan zarokan binêrin.?"

Çelîk di weşana zindî de got ku niha dengê wê dilerize û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: "Ji dengê bombeyan, dengê gulleyan… mirov ji ber birçîbûnê û tîbûnê li ber xwe didin, bi taybetî jî zarok û zarokên di pêçekê de. Ji kerema xwe ji vê rewşê re bêdeng nemînin.”