HDPê banga “meşa mirovahiyê” bo Şirnexê kir
Dê girseyên ji hemû bajaran li Sêrtê bigihin hev.
K24- Navenda Nûçeyan
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) banga “meşa mirovahiyê” ber bi Şirnexê ve kir.
Navenda Giştî ya HDPê, biryar da ku di 11'ê Çile kur dike roja Duşemê de ji hemû bajaran ber bi Şirnexê ve 'meşa mirovahiyê' li dar bixe.
Tevî gel wê hemû pêkhateyên HDP'ê, parlamenter jî amade bin.
Li gor banga HDPê, wê “meşa mirovahiyê” bi dirûşma "Cenazeyên me nayên veşartin, mirovahî dimire" ji her derê ber bi Şirnexê ve bê lidarxistin.
Li Bakurê Kurdistanê bi dehan cenazeyên cangoriyan an li nav kolanan an jî di mal û morgan de ne û destûr nayê dayîn ku bên defin veşartin.
Girseyên ji hemû bajaran bên wê roja 11'ê mehê di demjimêr 10:00an de li pêşiya Sêrtê li hev kom bibin û berê xwe bidin Şirnexê.