Fewcek din a Pêşmergeyên Xirîstiyan tê pêkanîn

Fewca yekem a Pêşmergeyên Xirîstiyan ji 300 kesî pêk tê û niha Tilesqufê diparêze.

K24- Hewlêr

Fewcek din a Pêşmergeyên Xirîstiyan wê di nav hêzên Wezareta Pêşmerge de cih bigrin, hejmara endamên wê jî dê 300 kes be.

Piştî ku DAÎŞê êrîşî Mûsilê û navçeyên Kurditanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kir, navçeyên Xrîstiyanan jî bûn armanca êrîşên radîkalan. Piştî wan êrîşan jî, di nava Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de, fewcek taybet ji pêkhateya Xirîstiyan re hatibû avakirin.

Di vê derbarê de, Sekreterê Partiya Demokrat a Bêtulnehrên a Xrîstiyanan, Romyo Hekarî diyar kir ku, niha 300 welatyên din ji pêkheya Xirîstiyanî navê xwe tomar kirine, ji bo ku tevlî hêzên Wezareta Pêşmerge bibin.

Hekarî diyar kir ku, dê fewcek nû bi pêkhateya Xirîstiyan ji her 300 kesan re di nav Pêşmergeyên Kurdistanê de were avakirin.

Bi vê yekê jî, dê du fewcên pêkhateya Xirîstiyan di nav rêzên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de cih bigrin, hejmara wan her du fewcan jî 600 Pêşmerge ye.

Fewca yekem a Pêşmergeyên Xirîstiyan ji beriya salekê ve, li navçeyên Deşta Neynewayê û Tilesqufê bicih bûne û navçeyê diparêzin.

Hekarî diyar kir jî ku “Hêzên Deşta Mûsilê ji aliyê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi awayekî rêk û fermî û yasayî hatine avakirin, herwiha perwerdeya leşkerî dîtine û bo eniyên şer hatine şandin.”